Herêma Hilbijartinê ya 24 - Erfurt I

Herêma Hilbijartinê ya 24 - Erfurt I

Ibrahim Küçük

Ibrahim Küçük
Ibrahim Küçük

Xoşewîstên Thüringenê,

Navê min Ibrahim Küçük e. Ez li Dêrsimê li Tirkiyeyê hatime dinyayê û ez li Îzmirê karê aşvaniyê de perwerde bûm. Ez li wir ne tenê xwarin çêkirinê lê pêre xebata dijwar jî hînbûm. Di sala 1991an de ez hatim Almanyayê, min karekî xwarinpêjîyê dît û ez her roj duwanzde saetan xebitîm. Lêbelê ez tim bi karê xwe kêfxweş bûm û ez dilxweşim ku min di jîyana xwe de bi dehhezaran mirov têr kir.

Di sala 2000an de min dikana Donerê „Yufka“ li navenda Jena girt ser xwe. Dema şaredariya wir xwest ku dikana min bigire, min 2500 îmze berhev kir û tekoşîneke bi serfirazî meşand!

Tenê ew kesê ku tekoşîn bide, dikare bi serkeve! Rewş ciqas dijar be jî divê mirov ti car dest ji tevgerîna armancên xwe yên rast bernede.

Ez ji bo bakûrê Erfurtê namzed im. Li vir bi piranî mirovên karker û kedkar jîyan dikin. Kêmbûna malan û pêre jî kirayên gelek buha ji bo pir kesan pirsgirêk e. Berîya 15 salan di taxên Rieth û Moskauer Platz de gelek avahîyên mezin hatin hilweşandin, wek blokên Y yên avahîya li Vilniuser Straße. Îro ev mal êdî tune nin. Ez wek namzedê ji bo meclisa eyaletê piştgirîya avakirina malên sosyal dikim!

Her çiwas gelek koçber bi salan e li Almanya jîyan dikin, li vir kardikin û tev malbatên xwe bûne beşek ji vê civakê, dîsa jî mafê gelek koçberan ê hilbijartinê tune ye!

Wek Kurd her weha erka min e ku ez dijî zordestîya li hember tevgera Kurdî li Almanya protesto bikim. Serokkomar Erdoğan li Tirkiyeyê dîktatorîyeke faşisit damezrand. Birêz Merkel di nav tevkarîyeke bi Erdogan re tevdigere û dixwaze tevgera rizgarixwez ya Kurdî li Almanya krimînalîze dike. Wek mînak, gelek caran di meşînan de nîşandayîna ala YPG’yê tê qedexekirin. YPG (Artêşa Rizgarîyê a Kurdî) hêza herî bi qirar û wêrek ya dijî DAIŞê li Sûriyeyê ye. Ez ji Hikûmeta Federal daxwaz dikim ku ew bilez hemû têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Tirkiyeyê re qût bike! Ew gelê ku ji bo rizgarîya xwe tekoşînê dimeşîne ti carî krîmînal nîne!

Xoşewîstên Thüringenê,

Ez ji we hemûyan dixwazim ku hûn vê carê dengê xwe bidin Internationalistische Liste/MLPD û min wek namzedê rasterast hilbijêrin, û her weha hûn bi xwe jî di hevgirtina navneteweyî Internationalistischen Bündnis de çalak bin, û tev hemû hêzên pêşverû ji bo alternatîveke sosyalîst beşdar bibin.

Bi silavên dil û can,

Ibrahim Kücük